HRE: Li Bab, Maree û Şêrewa 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efîrnê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çawaliyên wan yên li Bab, Maree û Şêrewa ya Efrînê de, 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê:

1’ê Hezîranê hêzên rizgariyê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêma Babê 2 çalakî lidar xistin ku di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Li herêma Mareê jî di çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa, hêzên rizgariyê çalakiyek pêk anîn, bi qasî ku hat tespîtkirin 4 çete birîndar bûn.

4’ê Hezîranê jî li herêma Mareyê di encama çalakiyekê de çeteyek hate kuştin.

Back to top button