Li Başûrê kurdistanê Ji ber êrîşan elektrîk li ser 76 gundan qut bûye

Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ser Başûrê kurdistanê elektrîk li ser 76 gundan qut bûye û ziyanek mezin bi bax û baxçeyê welatiyan bûye.

Dewleta Tirk di 23 nîsana dijî Metîna, Avaşîn û Zapê dest bi operasyonek berfireh kir.

Şerê di navbera gerîla û leşkerên Tirk hîn jî bi dijwarî dewam dike.

Ji ber êrişên dewleta Tirk heya niha ceyrana 76 gundên herêma Kanî Masî ya girêdayî Dihokê qûtbûne.

Li gorî çavkaniyan, ji ber êrîşên dewleta Tirk hezar donum daristan, rez û baxçeyê welatiyên herêmê şewitiye.

Li aliyê din jî nerazîbûna şêniyên Başûrê Kurdistanê dijî êrîşên dagirkiya Tirk dewam dike.

Parlementer Elî Heme Salih bêdengiya aliyên siyasî rexne kir

Parlementerê Tevgera Goran Elî Heme Salih jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û got ku deverên ku Tirkiyê êrîşê wan dike, cihên stratejîk in û metirsî li ser hemû Başûrê Kurdistanê heye.

Elî Heme Salih bêdengiya serok û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî rexne kir.

Welatiyên Qeladizê bang li gel kir ku li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be

Welatiyên bajarokê Qeladiz ya girêdayî Raperînê jî êrîşên dewleta Tirk ser Başûr şermezar kirin û diyar kirin ku bi ti awayî êrîş nayên qebûlkirin û divê her kes xwedî helwest be.

Back to top button