55 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin ketine greva birçîbûnê

55 kesên ku beriya du rojan di çalakiya dijî dagirkeriya Tirkiyê li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin ketine di greva birçîbûnê.
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî jî bi daxuyaniyên cuda êrîşên dagirkeriya Tirk ser herêmên Parastinê yên Medayê şermezar kirin û banga xwedîderktina li berxwedana gerîla kirin.

Li Silêmaniyê ji 25’ê Nîsanê ve ji ber meşa li dijî dagirkeriya dewleta Tirk 55 welatparêz, endam û alîgirên Tevgera Azadî ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine binçavnkirin.

Rojnameger Rêbaz Hesen ku ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hatibû binçavkirin û ji berî niha hate berdanê ragihand ku ji 55 kesan 8 jê jinin û got:

“Ji dema binçavkirinê ve hemûyan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Tenduristiya hinek ên nexweşiya demdirêj bi wan re ne baş e.

Kesên binçavkirî gotin heta ku ew werin berdan wê greva birçîbûnê bidomînin.”

RJAK’ê banga berdana kesên di meşa dijî dagirkeriyê de hatin binçavkirin kir

Li Parka Azadî ya Silêmaniyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek şermezariyê da.

RJAK’ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê şermezaer kirin, her wiha derbarê binçavkirina kesên li Silêmaniyê derketibûn çalakiyên dijî dagirkeriyê berteka xwe nîşan da.

RJAK’ê bang li asayîşa Silêmaniyê kir ku kesên êvara 25’ê nîsanê, di meşa li dijî dagirkeriya Tirk de hatin binçavkirin werin berdan.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî banga xwedîderktina li gerîla kir

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî jî bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî di serî de bang li jinên ciwan, Êzidî û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku bi ruhê Berxwedana Garê xwedî li gerîla derkevin.

Back to top button