Meclisa Civakî ya Ermenî yekemîn kursên zimanê Ermenî dan destpêkirin

Meclisa Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê Hezîranê, yekemîn kursên zimanê ermenî dan destpêkirin.
Kurs dê 3 mehan berdewam bike.
Xwendekarên ku tevlî kursan bûne tekezî bi girîngiya parastina çanda ermenî û belavkirina wê kirin.

Meclisa Civakî ya Ermenî hewl dide Ermenan fêrî zimanê ermenî bike û mamosteyan amade bike.

Kurs dê 3 mehan berdewam bike û rojê 4 saetan tên dayîn.

25 kesên tev li kursan bûne.

Xwendekarên ku tevlî kursan bûne diyar kir ku ev kurs ji bo ziman û çanda ermenî gaveke girîng e.

Yek ji wan Hayîk Sosiyan e.

Hayîk Sosiyan kêfxweşiya xwe anî ziman û got:

“Ev cara yekê ye em tev li kursên zimanê ermenî dibin.

Ev yek bi saya Rêveberiya Xweser pêk hat .”

Back to top button