Muslim Ebas: Tirkiye her carê DAIŞ’ê bi nav û alên cuda bi kar tîne

Siyasetmedar û endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Muslim Ebas piştrast dike,
yên ku li kêleka dewleta Tirk şer dikin çeteyên DAIŞ’ê ne ku her carê wan bi nav û alên cuda bi kar tîne.

Muslim Ebas anî ziman dewleta Tirk alîgira herî mezin a çeteyên DAIŞ’ê ye û got:

“Dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê ji bo berjewendî û ajandeyên xwe bi nav û alên cuda bi kar tîne.

Û herêmên ku dagir kirine ji bo çeteyên DAIŞ’ê veguherandine herêmên ewle ku tê de xwe bi rêxistin bikin.”

Siyasetmedar Muslim Ebas tekez kir ku Koalîsyona Navneteweyî berpirsa kirinên rên çeteyên DAIŞ`ê ne û
sedema domandina êrişên dagirkeriya Tirk jî, bêdengiya wê dît.

Back to top button