Serbset behsa zextê di hundirê girtîgehên Tirkiyê de dike

Zext û faşîzma li girtîgehên Tirkiyê ya 1980’î heta niha li girtîgehan bênavber dewam e.
Rihê Berxwedana 14’ê Tîrmehê jî li dijî van zextan her xwe dide der.
Serbest Mela Reşîd Seîd yek ji wan têkoşeran e ku nêzî 30 salan di girtîgehên Tikriyê de li ber xwe daye.
Dibêje di dirêjahiya van salan de, her roj û bi hincetên cuda di girtîgehê de êşkence li wan dihat kirin.
Lê van zextan dîsa jî ew ji biryara wan a berxwedanê venegerandin, berovajî israra wan xurtir kir.

Ev tekoşerê ku 30 salan di zindanên Tirkiyê de maye, Serbest Mela Reşîd Seîd e.

Ew ji bajarê Hesekê ye û par jinûve ji zindanê hat berdan.

Vî kesî ji bo gelê Kurd gelek xebat dane meşandin û li gelek deveran geriyaye û têkoşîn kiriye.

Sala 1982 diçe Siûdiyê û li wir Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike.

Têkoşer Serbest demekê li wir dimîne, piştre tê Rojava û diçe Başûrê Kurdistanê.

Piştî van deveran biryarê dide ku berê xwe bide Ameda Bakurê Kurdistanê û li wir xebata xwe bidomîne.

17’ê Gulana 1992’an Serbest li herêma Mûşê tê girtin û çîroka wî ya bi-êş êdî dest pê dike.

Têkoşer Serbest bi van gotinan behsa zext û binpêkirina mafan di hundirê girtîgehê de dike.

Dibêje ji ber van zext û binpêkirinan ew tevî 7 kesan di zindanê de dest bi gireva birçîbûnê dikin.

Piştî nêzî 30 salan ji êşkenceyê Serbest Gulana par hat berdan.

Têkoşer Serbest piştrast dike ku ew ê têkoşîna xwe li ser fikir û felsefeta Rêber Apo dewam bike.

Têkoşîna Serbest a 30 salan û mayîna wî di girtîgehên Tirkiyê de, berxwedana 14’ê Tîrmehê radixe ber çavan û careke din piştrast dike ku “Berxwedan dibe serkeftin û Teslîmiyet dibe Xiyanet.”

Back to top button