”Di çareseriya pirsgirêka Kurd de Ocalan muxatabê sereke ye”

Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, Endama Encûmena Lordan a Parlementoya Brîtanyayê û endama daîmî ya Kampanyaya ‘Ji Kurdistanê re Aşitî’ nameyek ji Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê re nivîsî.

Di nameyê daxwaz ji hikûmetê hatiye kirin, Biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê û saziyên Konseya Ewropayê, PKK’ê ne rêxistineke terorîst’ e bi nav bike.

Christine bi van gotinan bang li hikûmeta Brîtanyayê dike:

Divê hikûmeta Brîtanya bersiva nameyê bide û nerîna xwe ya derbarê PKK’ê de berçavan re dersbas bike.

Her wiha bang dikin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî peywendiyeke nêz bi aliyan re pêşbixe û gavên pozîtîv biavêje.

Endama daîmî ya Kampanyaya ‘Ji Kurdistanê re Aşitî’ Christine Blower nameya xwe bi gotina Rêber Ocalan çareserî ye bi dawî dike.

Em dixwazin careke din bi bîr bixin di çareseriya pirsgirêka Kurd de wê rola Abdullah Ocalan esas be.

Back to top button