Piştî 107 salan ya qirkirinê jinên Ermen xwe birêxistin dikin

Yekîtiya Jinên Ermen li Hesekê yekemîn kongreya xwe lidarxist. Bi dirûşma “piştî 107 salan ya qirkirinê jinên Ermen xwe bi rêxistin dikin” zêdeyî 150 delege di kongreyê de amade bûn. Di kongreyê de li ser girîngiya xwe rêxistinkirina jinên Ermen niqaş û nirxandin hatin kirin û bang li jinên Ermen hate kirin ku di nava yekîtiya jinên Ermen de cih bigirin. Di dawiya kongreyê de meclisa Yekîtiya Jinên Ermen hate avakirin.

Yekîtiya Jinên Ermen di bin dirûşmeya ‘Yekîtiya jinên Ermenî piştî qirkirina 107 salan xwe di şoreşa Rojava de birêxistin dike û xaka Rojava diparêzin’ kongreya xwe ya yekemîn bi beşdariya 150 delegeyî li darxist.

Di kongreyê de endama Meclisa Civakî ya Ermen Losnak Kafûryan axivî û diyar kir ku jinên Ermen çavkaniya hêz, israr û lehengiyê ne û wiha got:  “Fedekariyên ku gelê Ermen di qirkirina li dijî wan de dane, heta niha dîrok jê re şahidiyê dike.

Losnak Kafûryan di dewama axaftina xwe de da zanîn ku Ermen vê qirkirinê tu carî ji bîr nakin û dê têkoşîna xwe li hemberî rêjîma Tirk dewam bikin.

Jinên Ermen: Divê NY komkujiya Ermenan a ku Osmaniyan pêk anîn nas bike

Kongreya Jinên Ermen bi daxuyaniyekê û hilbijartina Meclisekê ji 9 jinan bidawî bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê Neteweyên Yekbûyî komkujiya Ermen a li ser destê dewleta Osmanî hate kirin nas bikin.

Her wiha bang li tevahî jinan û bi taybet jinên Ermen hate kirin ku di nava yekîtiya Jinên Ermen de cihê xwe bigrin û xwe li dijî her cure êriş û komkujiyan birêxistin bikin.

Di dawiyê de banga girtina qada ezmanî li hember êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê hate kirin.

Back to top button