Nobeta HDP’ê ya li dijî tecrîdê li ber Wezareta Edaletê 10 rojin didome

Parlamenterên HDP’ê ku li dijî tecrîdê li ser Rêber Apo 10 rojin di nobetê de diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe ti pirsgirêkên li nava gelên Tirkiyê jî çareser nabin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cemal Demîr jî bal kişand ser fikara cidî ya raya giştî û bang li CPT kir ku derbarê rewşa li îmraliyê de dest bi lêkolîne bike.

Li dijî tecrîda li Îmraliyê, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, 10 rojin di nobeta Edaletê de ne

Parlamenterên ku xwestin ber bi Wezareta Edaletê ya li Enqereyê ve bimeşin, îro dîsa polisan rê li wan girt.

Parlamenterê HDP’ê habîb eksîk

“22 meh in ev desthilatdarî tecrîda li ser Birêz Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê giran kiriye.

Ev tecrîd li dijî Destûra Bingehîn a Tirkiyê ye û li hemberî peyman û hiqûqa navneteweyî ye.

“Çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê bi rakirina tecrîdê dibe”

Mafên siyasî û hiqûqî yên Birêz Ocalan hemû tên desteserkirin.”

Eksîk ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe, ti pirsgirêkên li nava Tirkiyê jî çareser nabin û wiha axaftina xwe domand:

“Bingeha pirsgirêkên heyî yên Tirkiyeyê, neçareserkirina pirsgirêka Kurd û polîtîkayên şer e.

Cihê çareserkirina vê pirsgirêkê, hevdîtina bi muxatabên wê re ye. ”

Parlamenter Habîb Eksîk bang li Wezareta Edaletê kir ku dawî li binpêkirinên li Îmraliyê bîne.

Parêzer Cemal Demîr: divê CPT tekildarî Îmraliyê daxuyanî bide

Têkildarî serdêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmralî ku bê bersiv tên hiştin jî parêzer Cemal Demîr axivî û bertek nîşanî helwesta CPT da.

Cemal Demîr bilêv kir ku lêkolînkirina tecrîda li ser Rêber Apo yek ji wezîfeyên CPT ye û got: “Divê CPT tavilê têkildarî giravê bê ku destûrê ji dewleta Tirk bixwaze lêkolînê bike.

Encamên vê lêkolînê jî bi raya giştî re parve bike.”

Parêzer Demîr bal kişand ser fikara cidî ya raya giştî derbarê tendirustiya Rêber Ocalan û bang kir ku divê demildest tecrîd bi dawî bibe.

Back to top button