Fransî ji bo hilbijartina serokomarê xwe çûn ser sindoqan

Li Fransa tûra duyemîn ya hilbijartina serokomariyê pêk hat. Ev demek dirêje di navbera Macron u Le Pen de pêşbaziyek tund hebû. Her çiqasî şansê serketina Macron zêde ye, lê dîsan egeriya derketina rewşek din a ji bo Le Pen jî heye. Dengdan bi dawî bûye û niha çav li encama dawî ya hilbijartinê ye.

Li Fransayê gel ji bo dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya ku Serokomarê niha Emmanuel Macron û namzeda rastgir Marîne Le Pen tê de hevrikê hevin, çûn ser sindoqan.

Li Fransaya ku nifûsa wê nêzî 67 milyon e, tê payîn ku 48,7 milyon hilbijêr ji bo diyarkirina serokomarê nû yê ku wê 5 salan welat birêve bibe dengê xwe bikar bînin.

Dengdayînê ku li gorî saeta herêmî saet 08:00’an destpê kir, wê saet 19:00’an bi dawî bibe.

Li hinek bajaran jî wê dengdayîn heta saet 20:00 bidome.

Macron û Le Pen herî dawî di duela televizyonê de hatin hemberî hev û Le Pen got, “Ez alîgirê qedexekirina sergirtinê me. Ev yek cileke ji aliyê îslamîstan ve hatiye ferzkirin.”

Ji aliyê din ve Macron, Le Pen rexne kir ku “dixwaze Fransa bike welatê yekem di cîhanê de ku li ber raya giştî sergirtinê qedexe dike” û wiha got:

“Projeya ku hûn hildigirin, projeyek biçûkxistinê ye û projeyek ku zirarê dide gerdûnîbûna Fransayê. Laîktî ne şerê li dijî olekê ye. Bi min re cil û berg û sermayê qedexe nabe. Ger hûn vê yekê bikin, hûn ê dest bi şerê navxweyî bikin. Di cîhanê de Fransa wê bibe welatê yekem ku vê yekê bike. Tişta ku hûn pêşniyar dikin îxaneta li ruhê Fransayê ye”.

Macron yê di tûra yekem de ji sedî 27,6 dengan stendibû, li gorî anketan tê pêşbînîkirin ku di tûra duyem de bi wergirtina ji sedî 55,5 dengan careke din bibe serokomar.

Back to top button