HPG: 3 dagirker hatin kuştin û dagirkerek jî birîndar bû

HPG’ê ragihand, di çalakiya tîmên bi tevger yên gerîlayan de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û gerîlayek ji pêkhateya Ereb şehîd ket.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrişên artêşa Tirk ya dagirker û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:

“22’ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker xwest li qada berxwedanê Girê Karker û Girê Şehîd Cûdî bi pêş ve were.

Lê rastî bersiva tund a tîmên gerîlayên bitevger ên fedaî hatin.

Di encamê de 3 dagirker hatin kuştin, dagirkerek jî birîndar bû û yên din jî neçar man xwe bi paş de vekişînin.

Heman dîrokê li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di encamê de hejmarek dagirker hatin kuştin lê jimarê wan nehat zelalkirin.

Heman rojê Dewleta dagirker li qadên Çemço û Şehîd Adil quntarên Çiyayê Reş, Girê Rûbar û Girê Kovî , Şikefta Birîndara û Girê Ortê bombebaran kirin.

HPG’ê da zanîn di bombebarana Avaşînê de gerîlayê leheng ê ji pêkhateya Ereb Hazim Elî El Nofel bi nasnav Fedaî Kobanê şehîd ket.

Back to top button