Li Myanmarê ji bêtirî 7 hezar girtiyan re efû hat ragihandin

Li Myanmarê rêveberiya leşkerî ragihand ku bi boneya 75’emîn Roja Serxwebûna welêt, bêtirî 7 hezar girtî efû kirine.

Serokê Meclisa Îdareya Eyaleta Myanmarê (SAC) Orgeneral Min Aung Hlaing ragihand ku bi boneya 75’emîn Roja Serxwebûna welêt 7 hezar û 12 girtî efû kirine.

Di daxuyanîya ku ji aliyê televîzyona dewletê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ev biryar ji sûcên kuştin, tecawiz, û terûrî nagire nava xwe.

Her wiha hat diyarkirin ku cezayê hin girtiyan li welêt ji şeşan yek hat kêmkirin.

Heta niha nayê zanîn ku wê di çarçoveya biryara efûyê de girtiyên siyasî bên berdan yan na.

Cûntaya ku di 1ê Sibata 2021’an de bi îdiaya sextekariya di hilbijartinên 8’ê Mijdara 2020’an de derbe kir, gelek rayedar û rêvebirên partiya desthilatdar bi taybetî seroka welêt Aung San Suu Kyi girtin.

Rêveberiya cûntayê xwepêşandanên girseyî yên piştî derbeyê dest pê kiribûn bi tundî tepisand û di xwepêşandanên li dijî derbeyê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di salên 2021 û 2022’an de ji bo bêtirî 59 hezar girtiyên li welat biryara efûyê hatibû dayîn.

Ji van girtiyan 239 biyanî bûn.

Back to top button