Ukrayna bi moşekan êrişî deverên hêzên Rûsyayê kir

Artêşa Ukrayna, bi topên pirlûle êrişî navendên gelek hêzên Rûsya kirin.
Di nava cihên bûne armanca êrişan de, navendên balafirên bêmirov yên Rûsya ku lê dirabin jî hebû.
Ji Serokê Rûsya Putin bû fermandarên welat rexne derketin.

Li Ukrayna êdî bi dijwarbûna demsala zivistanê re, şerê heyî derbasî bikaranîna çekên giran bûye.

Rêveberiya Kîev ya ku çekên pêwist û bibandor ji welatên Rojavayî girtî, bi hemû hêza xwe êrişî leşkerên Rûs yên li ser xaka welat dike.

Hêzên Topavêjên Ukrayna ragihandin ku wan êrişî 2 navendên fermandariya Rûsyayê, 5 herêmên ku personel û alavên leşkerî lê ne, depoyeke cebilxane û noqteyeke çavdêriyê ya balafirên bêmirov ên Rûsyayê kirine.

Ukrayna: Rûsya êrişî herêmê li Rojhilatî welat kir

Li gor nûçeya Ukrinformê, di daxuyaniya ku ji aliyê Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ve hatiye weşandin, wiha hat gotin:

“Dijmin di demên dawî de 7 êrîşên moşekî û 18 êrîşên esmanî li ser binesaziya sivîl a bajarên Kramatorsk, herêma Donetsk, Zaporojiya û Xersonê pêk anîne.

Bi bikaranîna sîstemên roketavêjên pirlûle, 85 êriş pêk anîn.

Mexdûrên sivîl hene.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, artêşa Rûsya ji bo operasyonên li ser herêma Baxmûtê pêk bînin xebatên xwe zêde dikin.

Rûsya: Jimara kuştiyên me yên li makiivka derket 89’an

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê yê di daxuyaniya xwe ya dawiyê de ragihand ku mijara leşkerên wan yên li nêzî bajarê Makiivka yê Donetskê mirin derket 89’an.

Ukrayna: Li Makiivka 400 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Ukrayna jî îdia dike ku nêzî 400 leşker hatine kuştin û 300 jî birîndar bûne.

Her çiqasî heta niha daneyên piştrast nehatibin parvekirin jî lê ya diyar Rûsya ji vê êrişê derbek giran xwariye.

Ji Putin bo fermandarên Rûsya rexne

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ya li ser medyaya civakî rexne li fermandaran kir.

Rêveberiya Moskow îdia dike ku ev encam ji ber karanîna telefonê pêk hatiye.

Back to top button