Çeteyên DAÎŞ’ê êriş birin ser otobusekê ku leşkerên Şamê tê de bûn.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê 23 leşker hatin kuştin.
Bi dehan leşker jî winda ne.
Çavdêriyê eşkere kir ku li Dêra Zorê roja Pêncşemê li hemberî otobuseke artêşa Şamê êrîşek hate kirin.
Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye kirin.
SOHR: 23 leşkerên Hikumeta Şamê hatin kuştin
Çavdêriyê ragihand ku di encama êrîşê de herî kêm 23 leşker mirine.
10 birîndar bûne û bi dehan leşker jî winda ne.