Endamên OPEC+ derxistina petrolê kêm kir; nirx ji sedî 6 zêde bû

Welatên Ereb yên endamên OPEC+ ê ne, biryara kêmkirina derxistina petrolê dan.
Ji despêka meha Gulanê ve, wê rojane derxistina petorlê 1 mîlyon bermîlên bê kêmkirin.
Vê yekê hişt ku îro ji sedî 6 nirxê petrolê biha bibe.
Amerîka ji biryarê nerazî ye.

Endamên OPEC+ ê Erebistana Siûdî, Iraq, Cezayîr, Uman, Îmarat û Kuweyt biryar dan ku ji meha Gulanê ve rojane 1 milyon bermîl hilberîna petrolê kêm bikin.

Bi vê yekê re, ji saetên siharê ve li bazarên Asyayê nirxê petrolê bi rêjeya ji sedî 6 zêde bû.

Her bermîla petrola Teksasa Rojava bi 80,01 dolarî hat firotin û ji sedî 5,74 zêde bû.

Petrola brent jî ji sedî 5,67 zêde bû bi 84,42 dolarî hat firotin.

Reutersê li ser pêşbîniya Goldman ragihand ku zêdebûna bihaya petrolê dibe ji sedî 7.

Rûsyayê jî ragihand ku ew ê rojane 500 hezar bermîlên petrolê kêm bikin.

Rêveberiya DYA’yê daxuyaniya 6 hilberînerên petrolê yên welatê Ereb ên ku wê rojê nêzî milyonek bermîlan qut bikin, weke biryareke “ne biaqilane” şîrove kir.

Biden ji biryara endamên OPEC+ yên welatên Ereb nerazî ye

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden demek dirêje bang li welatên OPEC+ kir ku hilberîna xwe ya neftê zêde bikin.

Piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna demkî be jî nirxê petrolê bermîleke petrolê derket 120 dolarî.

Rayedarek ji Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdî anî ziman ku “ev tedbîrek ji bo piştevaniya aramiya bazara petrolê ye”.

Welatên Ereban wê çiqasî petrolê kêm bikin?

Wezareta Enerjiyê ya Cezayîrê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Wezaretê diyar kir ku Cezayîrê biryar daye hilberîna petrolê ya rojane 48 hezar bermîl kêm bike.

Ev kêmkirina ku wê ji despêka Gulanê ve pêk were, wê bi welatên OPEC+ ê re di nava hevrêziyê de bin.

Ev yek jî weke girêdana biryara qutkirinê ya Mijdara 2022’an hate eşkerekirin.

Li gorî nûçeyên li ser zimanê Wezareta Enerjiyê ya Erebîstana Siûdî hatîn parvekirin jî wê Riyad, heta dawiya salê 500 hezar bermîlan rojane di hilberîna petrolê de kêm bike.

Wezareta Enerjiyê ya Umanê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku heta dawiya salê ew ê rojane 40 hezar bermîlên petrolê kêm bikin.

Iraqê jî eşkere kir ku wê 211 hezar bermîl, Îmarat 144 hezar û Kuweyt jî 128 hezar bermîl kêm bike.

Welatên OPEC+ di civîna 5’ê Cotmeha 2022’an de biryar dabûn ku ji Mijdara 2022’an û pê ve rojane 2 milyon bermîlên petrolê kêm bikin.

Back to top button