Rêxistinên ji Kolombiya, Ekwator û Arjantînê piştgirî dan HDP’ê

Derbarê doza Kobanê de, gelek rêxistin û çalakvanên ji Kolombiya, Ekwator û Arjantînê ji bo piştevaniya bi HDP peyamek weşandin.

Li Kolombiyayê, Rêxistina Gel a Herêmî ya Netewî ya Kolombiya, Tora Komeleyên Itoco û Partiya Tevgera Civakî û Herêmî ya Alternatîf-MAÎS piştgiriya xwe ji bo HDP’ê nîşan da.

Li Ekwatorê jî Nûnerên Rêxistina Femînîst a Civakî, Rêxistina Heta Dawiyê Têkoşîn û Endamên Komîteya Piştevaniya bi Kurdistaniyan re ya Ekvatorê û li Arjantînê jî Tevgera Ciwanên Gevarîs peyamên piştevaniyê dan.

Aktivîst û nûneran diyar kirin ku wê bi HDP’ê re di nava piştevaniyê de bin, xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin û bi şopandina doza Kobanê piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd û HDP’ê re bidomînin.

Back to top button