Li gundewarê Idlibê endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin

Li Idlibê, di topbarana di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de çekdarekî bi ser hikumetê hat kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirk li Cebel Zawiyê yê gbaşûrê Idlibê bi moşekan cihên hev topbaran kirin.

Di enacmê topbaranê de endamekî hêzên hikumetê hat kuştin.

Her wiha çeteyan baregehên hêzên hikumetê yên li eniya Cedraya ya rojavayê Helebê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê duh jî çeperên çeteyan yên li herêmê Mearit El-Nesan topbaran kirin.

Li gundewarê Bû Kemal fermadarekî hêzeke bi ser Îranê ve hat kuştin

Li aliyekî din, li bajaroka El- Siyal a li gundewarê Bû Kemalê a Dêra Zorê, vê sibê balafirek bêpîlot a nenas mala fermendarekî hêzekeke bi ser Îranê hedef girt.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di encama bombebaranê de ew kes hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

li gorî çavdêriyê, ew kes fermendarê koma ” Lîwa El-Fatimiyon El-Efxanî” yê bi ser Îranê ye.

Back to top button