Hindistan di nava dumana şewata miriyên ji ber Corona de maye

Rewşa li Hindistanê êdî cîhanê ditirsîne.
Rojane bi hezaran kes ji ber vîrûsa Corona dimirin û bi sedhezaran jî bi vîrûsê dikevin.
Li welat tenê bendewarî û destê dirêj yê ji bo alîkariyê xuya dike.
Li seranserê cîhanî jî ji bo Hindistanê dest bi kampanya alîkariyê hate kirin.

Li vir dimenê berê yê ji bo vîrûsê li hindistanê bikar bêne

Li Hindistanê mûtasyona nû ya vîrûsa Corona, welat xistiye nava metirsiya herî mezin.

Pêketiyên vîrûsê rojane nêzî 350 hezar kesî bûye.

Tenê di 24 saetên derbasbûyî de, 3 hezar û 130 kes mirine.

Lê saziyên mixalîf vê yekê red dikin û dibêjin jimara rast ji ya hatî ragihandin qat bi qat zêdetire.

Nebûna derzî û pêwistiyên tenduristiyê tenê jimara miriyan zêde dike.

Li paytextê li cihê dumana di merasîmên pîroz de bilind dibû, niha bi şewata miriyan bilind dibe.

Rojane bi sedan kesên ji ber vîrûsê mirine bi komî têne şewitandin.

Paytext Delhî ya Nû di nav de, li seranserî welat vîrûs civak ji hev xistiye.

Ji ber vê yekê ji gelek welatan piştevaniya bi Hindistanê re tê şandin.

Her wiha di qada navnetewî de jî kampanya piştevaniyê hatiye despêkirin.

Back to top button