Wagner: Şaredariya Bahmûtê hate kontrolkirin

Koma çekdarên Wagner ya Rûsya ragihand ku wan avahiya şaredariya bajar bidest xistine.
Ukrayna jî van îdiayan red dike.

Li Ukrayna ev der nîşaneya şerê herî dijwar yê salê ye.

Bi mehane Rûsya ji bo kontrolkirina vî bajarê biçûk bi hemû hêza xwe ve êriş dike.

Artêşa Ukrayna ya ji welatên rojava çekên nûjen girtî jî bi hemû hêza xwe hewil dide bajar biparêze.

Serokê Koma Wagner Evgueni Prigojine di daxuyaniya xwe ya bi vîdeoyê de li ser hesabê xwe yê Telegramê got,

“Leşkerên Wagner avahiya şaredariya bajêr bi dest xistin.

Li vir ala Rûsyayê hate hildan.

Ji aliyê qanûnî ve, niha vir ya me ye.”

Ukrayna îdiayên Wagner li ser Bahmûtê red kir

Fermandarên artêşa Ukraynayê piştrast kirin ku leşkerên Wagner ji bo girtina bajêr dest bi êrîşeke nû kirine, lê ragihandin ku ev êrîş hatin şikandin.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku leşkerên wan bi qehremanî Bahmût parastin û got;

Em mînetdarê wan im.

Leşkerên Rûs ên ku çekdarên Wagner jî piştgirî didin wan, demek dirêj dixwest ku leşkerên Ukraynayê neçar bikin ku xwe radest bikin.

Ev yek jî bi dorpêçkirina bajar û qutkirina rêyên alîkariya bo leşkerên Ukrayna pêk hat.

Rûsya ya di nava 6 mehên dawiyê de ti serketinek bidest ne xistiye dixwaze bi rêya vê yekê encamê bigre.

Her wiha bi vê re wê karibe bajarê herî dawî yê Donetskê jî kontrol bike.

Şerê li Bahmûtê ya herême stratejîk ya pişesaziyê ye, ji havînê ve dewam dike.

Beriya niha fermandarên koma çekdarên Wagner yên Rûsî ji Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky xwestin ku hêzên xwe ji bajar vekişînin.

Fermandariya Ukrayna îdia dike ku hêzên wan li derdora bajarê Bahmutê derbên xuret li çekdarên Rûsya daye.

Back to top button