Hesekê-Dîwana helbestvan Ferîd Cizîrî hate îmzekirin

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şahiya îmzekirina dîwana helbestvan Ferîd Cizîrî li Parka Xwendinê ya Hesekê li dar xist.

Di şahiya îmzekirinê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, rewşenbîr, helbestvan, nivîskarên herêma Cizîrê û malbata helbestvan Ferîd Cizîrî beşdar bûn.

Di şahiyê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebûd Mexso behsa dîwana helbestvan Ferîd Cizîrî kir û got:

Di dîwanê de gelek wate hene, ruhê nîştimanî, şoreşgerî, hezkirina welat û tevahî rewşên rastî Ferîd Cizîrî hatine. Dîwan ji 248 rûpelan e.

Hevlbestvan Ferîde Reşo jî helbesteke Ferîd Cizîrî li ser wateya azadiyê xwend.

Helbestvan Ehmed El Hiseynî jî li ser wateya azadiyê ku meşaleya 21’ê Adarê bi destê Kawayê Hesnikar pêk hatiye, xwendin.

Keça helbestvan Ferîd Cizîrî Xunav Cizîrî jî diyar kir ku helbest roleke mezin dilîze û hemû astengiyên li pêşberî civakê bi rêya helbestê û nivîsandinê tên aşkerakirin.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana helbestvan Ferîd Cizîrî hate pêşkêşkirin.

Dawiyê malbata helbestvan Ferîd Cizîrî hate xelatkirin û pirtûk li beşdaran hatin belavkirin.

Back to top button