Cenazeyê gerîla Zinar Sorî piştî 27 mehan hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Zinar Sorî yê 30’ê Tebaxa 2021’an li herêma Besta ya Şirnexê şehîd bûbû, piştî 27 mehan radestî malbatê hate kirin.

Malbata gerîla Zinar Sorî ji bo ku cenaze wergire, ji bo DNA’ê xwîn dabû.

Lê cenazeyê gerîla Zinar Sorî, berî eşkerebûna encama DNA’ê li goristana bêkesan a Şirnexê hatibû veşartin.

Dozgerî piştî 27 mehan îro telefonî malbatê kir, ji bo radestkirina cenaze.

Piştî vê, malbat ji Hezexê çû Şirnexê û cenazeyê gerîla Zinar Sorî wergirt.

Cenazeyê gerîla Zinar Sorî piştî rê-û-resmên olî li navçeya Hezexê li Goristana Şêxhesen bi beşdariya bi sedan kesî hat veşartin.

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin

Back to top button