Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin

Li Hesekê û Şehbayê jî merasîmên şehîdan hebûn.
Şêniyên Bajarê Hesekê merasîma 4 şehîdan li goristana Ş.Dijwar a Hesekê li dar xistin.
Li Şehbayê jî konê sersaxiyê yê 4 Şehîdan hat vedan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîma 4 Şehîdên di dem û li cihên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyê şehîd bûbûn li dar xistin.

Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Ebdilrehman Siwêdan û Amir Ebdilhemîd Al-Xidir ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Şehîd Ferhad Arsilan û Mahir Yunis yên QSD’ê bi karwanekî ber bi goristanê ve birin.

Li goristanê merasîm hat lidarxitin û tê de axaftin li ser rola endamên parastinê û şehîdan hat kirin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên Şehîdan hatin xwedin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya gerîlayê HPG’ê Nûzad Mihemed (Agirî Tolhildan) ku li Herêma Zapê Şehîd bûbû, eşkere kir.

Li Şehbayê konê sersaxiyê yê 4 şehîdan hat vedan

Li Şehba jî konê sersaxiyê yê gerîla Nûda Garzan, Binefş Agir, Şiyar Şêx û Zinar Sorî ku di 30’yê Tebaxa borî li Şirnexê şehîd bûbûn hat danîn..

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê berê xwe dan konê sersaxiyê.

Li ser navê Meclisa malbatên şehîdan sersaxî ji malbatan re hat xwestin û wesîqeyên Şehîdan hatin xwestin û radestî wan hatin kirin.

Back to top button