ÎHD: Nava 4 mehan li Egeyê bi kêmanî 102 binpêkirinên mafan pêk hatine

Li girtîgehên dewleta Tirk zext û êşkence roj bi roj zêde dibe.
Komeleya Mafên Mirovan ya li Tirkiyê ragihand ku asta êşkenceya li girtîgehên li herêma Egeyê zêdetir bûne. Hat gotin ku di nava 4 mehan de bi kêmanî 102 binpêkirinên mafan pêk hatine.

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora ku derbarê binpêkirinên mafên girtiyan ên di nava 4 mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê de, li girtîgehên herêma Egeyê eşkere kir.

Li gorî raporê ji ber rêbazên zordar yên li girtîgehan, girtî her roj bi dehan binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin.

Hat gotin ku di nava 4 mehan de bi kêmanî 102 binpêkirinên mafan pêk hatine.

Li gorî agahiyên di raporê de ev binpêkirin tên kirin:

*Di girtîgehan de nexweşiyên vegirtinê hene û ji bo vê bergiriyek baş tune ye.

* Êşkence û pêkanînên xirab zêde bûn.

* Gardiyan li girtiyan dixin û tundiyê li wan dikin. Qawişên girtiyan pir qerebalix in.

*Mafên dermankirinê yên girtiyan tên astengkirin.

* Bersiv ji bo daxwaznameyên girtiyan nayin dayîn, qedexeya çap û weşanê ya bi sînor li ser pirtûk, kovar û rojnameyan hate danîn.

* Girtî nikarin bi hevdu re û bi malbatên xwe re têkiliyek saxlem danîn.

* Di girtîgehan de tecrîd zêde bûye.

* Cezayên dîsîplîn û hecreyê yên bi keyfî didin girtiyan.

ÎHD: Divê saziyên peywedîdar dijî binpêkirinên mafan erka xwe bi cih bînin

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di raporê xwe de bang kir ku divê saziyên peywedîdar li dijî van binpêkirinên mafan erka xwe bi cih bînin.

Duh jî Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê rapora xwe ya ku derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Êlihê eşkere kir û got ku pirsgirêkên mezin li girtîgehan hene.

Her wiha Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) jî Rapora Mafên Mirovan a Sala 2020’an a Tirkiyê weşand û da zanîn ku mafê jiyanê yê 3 hezar û 291 kesan hatiye binpêkirin û êşkence li 404 kesî hatiye kirin.

Back to top button