Rûsya yekem car balafirên şer ya moşekên Hîpersonîk hildigre şand Sûrî

Rûsya piştî şerê 10 salan li Sûrî cara yekem, balafirên şer ya ku moşekên Hîpersonîk hildigre şand Sûrî.

Li gorî nûçeya Interfax’ê ku spartî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsya wiha hatiye gotin:

2 balafirên MiG-31K yên ku dikarin mûşekên herî pêşketî yên teknolojiya hipersonîk ya ku li navendên Kinzhal hatî çêkirin hilgirin şandin Sûrî.

Ev balafir ji navendek ya hêzên Rûsya berê xwe daye, balefirgeha Rûsya ya li Himeymîmê.

Di dîmenên ku çapemeniya Zvezda ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê parve kirî de, tê dîtin ku balafir li Himeymîm daketine û pîlot ji hêla serfermandar ve hatin pêşwazî kirin.

Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin par beşdarî ceribandina ku MiG-31K bi fuzeyên Kinzhal pêk anî bûbû.

Putin li wir pesnê Kinzhal dabû û gotibû,

Rûsya li ezmanan xwedî avantaje ku bi moşekan dikarin ji parastina hewayî ya dijber birevin.

Back to top button