Yemenê..Li 5 eniyên şer, 37 çekdarên Hûsî hatin kuştin

Artêşa Yemenê ragihand, ku di şerê li 5 parêzgehan de, bêhtirî 37 çekdarên Hûsî hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya artêşê, li eniyên şer ên li Me’rib, El-Dali’, Te’iz, Huce û El-Hudeyde, wan êrîşên Hûsiyan şikandin û û zêdeyî 37 çekdarên wan hatin kuştin.

Beriya 2 rojan, Si’ûdiyê destpêşxeriyek ji bo çareseriyeke giştî ji aloziya Yemenê re ragihand û gelek welatên herêmî û navdewletî, piştgiriya xwe bo vê destpêşxeriyê anî ziman, lê tevî vê jî Hûsiyan êrîşên xwe dewam kirin.

Destpêşxeriya Si’ûdî banga rawestandina bi temamî ya şer li seranserî Yemenê, di bin çavdêriya NY de dike.

Waşingtonê banga rawestandina yekser a êrîşa Me’ribê kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî, bang li aliyên şerê Yemenê kir, ku ji bo çareserkirina aloziya welêt, li ser maseya danûstandinan rûnin.

Wezaretê her wiha banga rawestandina yekser a êrîşa li Me’ribê kir û rêdana derbaskirina 4 keştiyên barhilgir bo bendera Hudeydayê, weke gaveke erênî pênase kir.

Back to top button