Şaredariya Gel a Minbicê ji bo pêkanîna perojeyên plansaziya 2023`yan di nava xebatê de ye .
Her wekî ji bo sala nû jî plansaziya xwe daniye .
Li gor wan di plansaziyê de projeya avakirina bajarekî pîşesaziyê heye.
Hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Xalid El Îbrahîm têkildarî xebatên ku di sala 2023′an axivî.
Xalid El Îbrahîm diyar kir ku îsal wan gelek proje pêk anîn û got:
“Şaredariyê di 2023`yan de ji bo hêsakirina çûn û hatina şêniyan , peyareyên li rex rêyan ji bermahiyan paqij kirin.
Şaredariyê qad û sûk ava kirin. Di Tebax û Îlonê de jî me civîn ji gelê herêmê re li dar xistin.
Gelek proje mîna ziftkirina rêyan û çêkirina torên kanalîzasyonê li taxan û gundan hatin pêşniyarkirin.”
Der barê projeya herî girîng ên sala 2024`an de, El Îbrahîm ev yek anî ziman:
“Ji bo sivikkirina qerebalixa li bajêr, şaredarî wê bajarekî pîşesaziyê ava bike.”
Xalid bang li şêniyan kir ku hem di aliyê paqijiyê de û hem jî di aliyê parastina parkan de bi şaredariyê re hevkar bin.