Hemwextî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê jî li herêmê zêde dibe. Li bajarokê Ebû Xeşeb ê girêdayî Dêrazorê, şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê hat girtin.
Şaneya çeteyan ku ji deh kesan pêk dihat, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hat girtin.
Bi şaneya çeteyan re ev çek û cebilxane jî hatin desteserkirin:
2 guleyên RPK
18 çekên kilaşînkovê
45cercûr
2 teqemenî
4 bombe
5 Tivingên nêçîrê
6 kepsûlên bombeyan