Eşîrên Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD’ê re ragihand

Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD′ê re nîşan dan û soza parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan.

Şêx û rûspiyên eşîran bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em rûspiyên eşîrên hemû gundewarên Dêrazorê ji El Bû Hemam heta Baxozê piştgiriya xwe bi QSD′ê re radighînin.

QSD′ê ji bo rizgarkirina xaka me ji teror û tundrawiyê giyanê xwe dide.

Wê xwîna şehîdan li erdê nemîne.

Em ê herêmên xwe û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.”

Di daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku li hemberî destwerdanên derve bisekine.

Back to top button