“Rêber Apo bûye çavkaniya hêviyê ya gelan”

Aktîvîstê Belçîkî Dîego del Norte daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û got:
“Fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê bûye çavkaniya sûdwergirtinê.”

Aktîvîst Del Norte destpêkê işaret bi girîngiya pêngava ‘Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ kir.

Dîego del Norte diyar kir ku kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan destpê kiriye girîng e û got:

“Divê her kes xwedî li vê pêngavê derkeve .”

Del Norte destnîşan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê li her derê têkoşîn bê meşandin .

Ocalan ji bo mirovên li çar aliyên cîhanê di nava têkoşîna avakirina cîhaneke nû de ne.

Divê em daxwaza azadiya Ocalan bikin.

Her wiha xwendina berhem û fikrên Ocalan wê bi kêrî me bê.

Abdullah Ocalan di heman demê de nivîskarekî hilberîner e ku têkildarî dema heyî xwedî fikrên kûr e.

“Ji bo Abdullah Ocalan divê em berxwedanê mezin bikin”

Back to top button