Rûsya, li pêşberî êrişa dijber ya Ukrayna dixwaze herêmên bin kontrola xwe de biparêze.
Li kêleka vê jî peymana çekên nukleerî ya taktîkî li gel Belarûs welatên Rojava bihêrs kiriye.
Wezîrên Parastinê yên NATO careke din li Brukselê kom bûn.
Wezîrên Parastinê yên NATO li baregeha wê ya Brukselê kom bûn.
Wezîrê Parastinê yê Ukrayna jî beşdarî civînê bû.
Di civînê de rojeva sereke şerê li ser xaka Ukraynayê bû.
Êrişa dijber ya Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky beriya çend rojan ragihandî û hûrgiliyên wê hatin gotûbêjkirin.
NATO: Di warê alavên modern ên NATO de wê windahî hebin
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di doh got:
“Endamên bloka leşkerî divê piştrast bikin ku Ukrayna bi têra xwe çekan bigire da ku êrîşa xwe ya li dijî Rûsyayê bidomîne.
Ya herî girîng ew e ku em piştrast bin ku çek, malzeme û lênihêrîna pêwîst ji bo dewamkirina êrişê li ser Ukrayna hene.”
Stoltenberg diyar kir ku tê zanîn Ukrayna ji ber hewl dide têkeve xetên Rûsyayê yên ku bi giranî hatine zeftkirin wê zirarê bibîne û ev tişt anî ziman:
“Wê di warê alavên modern ên NATOyê de jî windahî hebin.”
Ji Rûsya û Belarûs peymana çekên nukleerî taktîkî
Li aliyekî din, lihevkirina Rûsya û Belarûs ya ji boçekên Rûsî yên nukleerî taktîkî nerazîbûn heye.
44 welatan daxwaz ji her du aliyan kirin ku rêkeftinê betal bikin.
Ev bang di daxuyaniya hevpar Konferansa Bêçekbûnê ya Neteweyên Yekbûyî de hate kirin.
Mededev: Ti astengiyên bo qûtkirina xetên dijmin yên bin oqyanûsan nîne
Ji aliyê din ve Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê û hevalbendê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Dmitriy Medvedev doh got:
“Li ser bingeha hevpariya îsbatkirî ya welatên rojavayî di teqîna herikîna Bakur de piştrast bûye.
Ji ber vê yekê ti astengiyên rê li me bigire nîne ku peywendiyên kabloyî yên dijminên xwe li ser binê okyanûsê tune bikin.”



