Gerîlayan li Metînayê bi çalakiyek sabotajê 12 dagirker ceza kirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî wesayiteke leşkerî ya arteşa Tirk çalakiya sabotajê kirin, ku leşker dibir Metînayê.
Di çalakiyê de 12 leşkerên Tirk hatin cezakirin, wesayitek bi temamî hate îmhakirin.
HPG’ê li ser êrişên arteşa Tirk yên li dijî qadên berxwedanê jî got; qadên berxwedanê 330 caran hatin bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê û çalakiyên li dijî wan daxuyaniyek da.

HPG’ê bibîrxist operasyonên dewleta Tirk ên li dijî hêrêmên Başûrê Kurdistanê û qadên wan didomin û wiha got:

Li herêma Metînayê, dagirkerên hewl didan leşkeran bigihînin Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî û lê bi cih bibin, ketin bin kontrola tîmên me yên bi tevger.

11’ê Hezîranê bi rêbaza sabotajê li wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo hate xistin.

Di vê çalakiyê de wesayit bi temamî îmha bû û 12 dagirkerên tê de hatin cezakirin. ”

HPG: Arteşa Tirk a dagirker tenê li 2 kuştiyên xwe mikur hat

HPG’ê diyar kir lê belê arteşa Tirk a dagirker tenê li 2 kuştiyên xwe mikur hat û got:

Dagirkeran 12’ê Hezîranê enqazê wesayita îmhabûyî rakir.

Her wiha HPG’ê da zanîn 12’ê û 13 Hezaranê jî li rojavayê Zapê gerîlayan 3 caran bi çekên giran li wan dan e.

HPG: arteşa tirk qadên berxwedanê 330 caran bombebaran kir

Di dewamê de HPG’ê li ser êrişên arteşa Tirk yên li dijî qadên berxwedanê agahî dan û ev tişt parve kir:

13 û 14’ê Hezîranê, herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û qadên berxwedanê,

12 caran bi balafirên şer û 318 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de HPG’ê her wiha da zanîn arteşa Tirk a dagirker di 13’ê Hezîranê de hewl da çepêrên li Zap û Rojavayê wê jî hilweşîne.

Back to top button