Li Srî Lankayê rekora cîhanî: 801 Gram kevirê li ser gurçikê

Li Srî Lankayê ji nexweşekî kevirê gurçikê yê bi dirêjahiya 13,37 santîm û giraniya wê 801 gram hat derxistin.
Kevir wekî mezintirîn kevirê gurçikê ku heta niha ji mirovekî hatiye derxistin hat qeydkirin.

Li Srî Lankayê ku welatekî Asyaya Başûr e, rekora kevirê gurçikê ya Hindistan û Pakistanê ji destê wan derxist.

Bijîşkên Nexweşxaneya Leşkerî ya Colombo bi emeliyatê kevirê gurçikê yê leşkerê teqawîtbûyî Canistus Coonge yê 62 salî ku bi dirêjahiya 13,37 santîmetre û giraniya wê 801 gramî xelas kir.

Kevir wek mezintirîn kevirê gurçikê ku ji ber dirêjî û giraniya xwe ji mirovan hatiye derxistin, ketiye Rekoran a Guinnessê.

Her wiha hat diyarkirin ku kevirê gurçikê 5 qatê giraniya gurçikê ya kesekî temen mezin e.

Di hevpeyvînekê de Coonge diyar kir ku ew ji sala 2020’an ve êşa zik dikişîne û wiha got:

Piştî şopandina dawîn, ji min re hat gotin, pêwistî bi emelyatê heye.

Rekora berê ya kevirê gurçik li Hindistan û pakistanê bû

Li aliyê din rekora berê ya mezintirîn kevirê gurçikê li Hindistanê bû.

2004’an kevirê gurçikê yê bi dirêjahiya 13 santîmetre ji nexweşekî hatibû derxistin.

Di sala 2008’an de jî kevirê gurçikê yê 620 gramî ji nexweşekî Pakistanê hat derxistin.

Back to top button