Şêx û Rûspiyên Dêra Zorê : Dewleta Tirk li ser hemû pêkhateyên herêmê metirsî ye

Şêx û rûspiyên rojhilatê Dêrazorê li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan dan.
Rûspiyan piştrast kir ku dewleta Tirk li ser tevahî herêmê û pêkhateyên wê metirsî ye.

Rûspiyê eşîra El-Merasima li gundewarê rojhilatî Dêrazorê Salim El-Xelf dibêje :

“Êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê li ser hemû pêkhateyan metirsî ye.”

Dewleta Tirk ji bo ku armancên xwe pêk bîne hewl da di navbera gelan de fitneyê derxe.”

El-Xelef tekez kir ji bo pêkanîna ewlehiyê li herêmê çareseriya yekane hevgirtina gelan e.

Berdevkê fermî yê Meclisa Eşîrên EL-Bûkemal Selah Ismaîl jî, diyar kir dewleta Tirk niha dixwaze serdema Osmanî careke din vegerîne û got :

“Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember komployên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê, hevgirtî bin.”

Back to top button