Du eşîr li du gundên li başûrî Qamişlo bi hev ketin.
Ev pevçûn bû sedema mirina 8 kesan û birîndarbûna bi dehan.
Şevê din li gundên Ebû Ziwêl û Esfûriyê yên li başûrî Qamişlo du eşîr bi hev ketin.
Di vê pevçûnê de her du eşîran heta bi çekên giran jî bi kar anîn.
Di encama şer de 8 kes hatin kuştin.
Ji bilî wan, nêzî 25 kes jî birîndar bûn.
Tevî van ziyanên canî, gelek mal jî hatin şewitandin.
Sedema pevçûnê heta niha nehatiye zanîn.