Li Hindistan û Pakistanê bagera ‘Biparjoy’ tê

Bagera ‘Biparjoy’ ya tê wateya “felaketê” tê.
Ji ber vê bagerê li Hindistan û Pakistanê zengila alarmê hatiye lêdan.
Bêtirî 150 hezar kes ji bo cihên ewle hatine veguhestin.

Bagera “Biparjoy” ku bi Bengaladeşî ye û tê wateya “felaket”ê, tê payîn ku danê êvarê bi tundî li bejahiyê bixe.

Pêl û baranên dijwar li peravê 325 kîlometreyî di navbera Mandvi ya eyaleta Gujarat a Hindistanê û Karaçî ya Pakîstanê de wê rewşê zehmet bike.

Bi 150 hezaran welatî ji bo cihên ewle hatin veguhestin

Servîsa Meteorolojiyê ya Hindistanê hişyarî da ku xaniyên kevneşopî yên ji heriyê hatine çêkirin “dibe ku bi tevahî hilweşin” ji ber bager wê li nêzî bendera Jakhau ya Hindistanê jî bi bandor be.

Li eyaleta Gujarat a Hîndîstanê hat ragihandin ku bêtirî 47 hezar kes ji qerax û herêmên nizim hatine veguhestin.

Wezîrê Guhertina Avhewayê yê Pakistanê Sherry Rehman ragihand ku 81 hezar kes ji peravên başûrê rojhilatê welêt hatine derxistin.

Back to top button