Li Suweydayê xwepêşandan di roja 3’yê de didome

Ev nêzî 10 salan in ku ji ber hebûna Beşar El-Esed li ser desthilatê, welatiyên Sûrî zor û zehmetiyan dikişînin. Herî dawî Amerîka ji bo rê li pêşiya mayîndebûna wê bigire, dê cezayên aborî yên qanûna Qeyser li dijî wê bi kar bîne.

Ji ber rewşa jiyanî ya kembax li herêmên hikûmeta Şamê çirûska serhildaneke din li pêş e û ev sê rojin bangên hilweşandina hikûmeta Şamê tên berzkirin.

Li herêmên muxalefeta Sûrî jî projeya parçekirina Sûriyê bi rêya bikaranîna Lîreya Tirkî pêk tê.

17’ê Hezîranê qanûna Qeyserê li dijî hikûmeta Şamê aktîv dibe.

Lê belê ev cezayên aborî bêtir li zora welatiyên Sûrî dibe, ji ber ku berpirsên vê hikûmetê pereyên wan bi milyon dolaran di bankan de hene.

Ji ber vê yekê careke din pêla serhildaneke Sûrî derdikeve pêş, lê vê carê serhildana birçîtiyê ye û ji aliyê alîgirên vê hikûmetê ve pêk tê.

Li parêzgeha Suweyda ev sê roj in li pey hev, ji ber bilindbûna nirxên tiştan û bênirxbûna lîreya Sûrî beramberî dolar ku sedem jî hebûna Beşar El-Esed li ser desthilatê ye, xwepêşandanên hilweşandina hikûmeta Şamê didomin.

Girêdayî wê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihad ku îro bi dehan ji şêniyên Suweydayê li pêşiya avaniya parêzgehê xwepêşandan li dijî hikûmetê li dar xistin û di kolanên parêzgehê re geriyan.

Xwpêşanderan bangî çûna El-Esed, hilweşandina hikûmeta heyî û başkirina rewşa jiyanî kirin.

Di roja sêyemîn a xwepêşandanan de, welatiyan bang li parêzgehên din kirin ku ew jî li hemberî vê rewşa jiyanî ya kembax rabin ser xwe.

Her wiha çembera ewlehî ya ji aliyê hikûmeta Şamê li ser parêzgeha Derayê şermezar kirin.

Girêdayî têkçûna lîreya Sûrî beramberî dolar, tevgera kirîn û firotinê li sûkên Sûrî cemidiye.

Firoşkar ji ber nizanin bi çi nirxî tiştan bifiroşin, beşeke mezin ji dikanên bazirganiyê li herêmên hikûmeta Şamê girtî ne.

Li paytexta Sûriyê Şamê nirxên dermanan gelekî buha bûne ku hinek derman wek nexweşiya gurçik, dil, şekir ji ber buhabûnê li dermanxaneyan nayên dîtin.

Li herêmên dagirkeriya Tirkî lîreya Tirkî fermî tê bikaranîn

Li herêmên dagirkeriya Tirkî jî weke Idlib, Ezaz, Cerablus û yên dîtir tevgera kirîn û firotinê sekiniye.

Li bajarê Ezazê bazirgan, xwediyên proje, kargeh û werşeyan li ser daxwaza meclisa bajêr bi lîreya Tirkî didin û distînin.

Li bajarê Cerablusê jî odeya pîşesazî û bazirganiyê bang li bazirganan kirin ku lîreya Tirkî fermî bikin.

Back to top button