Komkara Erebî: Pêwîste Wîfaq li gorî insiyatîfa Qahîrayê tevbigere

Komkara Erebî derbarê insiyatîfa Qahîrayê ya ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê, hêvî li hikûmeta Wîfaq a Îxwan kir ku li gorî wê tevbigere.

Sekreterê Giştî yê Alîkar ê Komkara Erebî, Husam Zekî, got kesek naxwaze ku seneryoya Sûriyê li Lîbyayê dubare bibe.

Husam Zekî hêvî kir ku hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ya Lîbî derbarê insiyatîfa Qahîrayê de, helwesteke erênî ragihîne.

Derbarê destwerdana dewleta Tirk di şerê Lîbyayê de jî, Zekî got: Ev tişt yekî bihêrs dike.

Tevî agirbestê, hikûmeta Wîfaq êrîşên xwe didomîne

Her wiha tevî agirbesta li gorî insiyatîfa Qahîrarê hatî ragihand, hê jî hikûmeta Wîfaq a Ixwanî êrîşên xwe li welêt didomîne.

Îro çeteyên wan avahiyên sivîlan ên bajarê Sêrtê topbaran kirin.

Li aliyeke din, Hikûmeta Wîfaq a Ixwanî li xwe mukar hat ku wan di bajarê Terhûnayê de binpêkirinên mafên mirovan kirine.

Dîwana Bilind a Rûspiyên Lîbyayê jî ragihand ku zêdeyî 4 hezar ji çeteyên dewleta Tirkiyê derbasî Terhûnayê bûbûn û binpêkirin pêk anîbûn.

Back to top button