Rêxistinên Jinan ên li herêmê kuştina jinan şermezar kirin

Tevger û rêxistinên jinan ên li herêmê ji bo şermezarkirina sûcên kuştina jinan daxuyaniyên cuda dan û banga darezandina sûcdaran kirin.

Li dijî kuştina jinan tevger û rêxistinên jinan bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.

Rêxistina Sara ya Qamişlo daxuyaniyek da û balkişand ser hemû polîtîkayan û bi taybet a şerê taybet ku li dijî jinan tê meşandin û got:

“Armanc ji van polîtîkayan tepsandina azadiya jinê têkbirina îradeya wê ye.

Rêxistinê diyar kir ku di demên dawî de tundiya li dijî jinan zêde bûye û got: “Li navçeya Eyn Îsa Ala El-Tahir, li ser destê pismamê hevjînê xwe hat kuştin.

Li Dirbêsiyê jî, Zûbeyda Ebdil-wehab ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin û li Til Hemîsê jî Nûra Ibrahîm hate kuştin.

Rêxistina Sara bang li rêxistinên mafên mirovan û aliyên peywendîdar kir ku cezayên herî giran li dijî kujeran bibirin.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li jinan a Helebê jî têkildarî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tundiya li dijî jinan û zarokên keç yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî zêde di nava civakê de ye.

Li Reqa jî, jin bi hêrsbûn û daxuyanî dan.

Jinan gotin: Em sûcên li dijî jinan şermezar dikin bi taybet ên li herêmên dagirkirî rû didin.

Divê jin bibin yek û li hember tevahî cureyên tundiyê têbikoşin.

Li Dêra Zorê kuştina jinan hate şermezarkirin.

Jinan bang li aliyên peywendîdar kir ku sûcdaran ceza bikin.

Rêxistina Sara ya Eyn Îsa jî daxuyaniyek dan.

Hate gotin: “Jin ji ber ku pêşengiya civakê dike, her dem di hedefa dijmin de ye.

Na ji kuştina jinan re, jin jiyan e.

Back to top button