Li Hesekê û Şedadê şehîd Cûdî û Samî bi merasîman hatin oxirkirin

Li bajarê Hesekê, Tebqa û Şedadê îro merasîmên oxirkirina şehîdan hebû. Di merasîman de soza berdewamkirina riya şehîdan heta pêkanîna armancên wan hat dayîn.

Şervana YPJ’ê Cûdî Egîd 11’ê Gulanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Çelebiyê yê Kobanê şehîd bû.

Îro şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervana YPJ’ê Cûdî Egîd li goristana Şehîd Dijwar, oxir kir.

Li goristanê piştî rêzgirtinê, kesên axivîn diyar kirin ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi saya fedakariyên şehîdan hatin bi destgxistin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Cûdî hat xwendin û cenazeyê wê hat veşartin.

Li şedadê jî, merasîma oxirkirina şehîd hebû.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê, Samî Mihemed dema li ser erka xwe bû 13’ê Gulanê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeyê tevlî merasîma oxirkirina şehîd Samî Mihemed bû.

Li vir jî Kesên axivîn bal kişandin ser rola şehîdan di pêkanîna azadî, aramî û ewlehiya li herêmê de.

Dawiyê, wesîqeya şehîd hat xwendin, radestî malbatê û cenazeyê şehîd di nava durûşmeyan de hat veşartin.

Şehîd Ebûd El-Hebse li Tebqayê hat oxirkirin

Li bajarê Tebqayê jî, bi sedan şêniyên bajêr bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ebûd El Hebse li Goristana Şehîdan veşartin.

Şervan Ebûd El Hebse 13’ê Gulanê, dema erka xwe bi cih danî, di êrişeke terorî de şehîd bû.

Di merasîmê de, piştî torana leşkerî, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Subhî El Şêx axivî.

Subhî anî ziman ku ew bi şehîdên xwe serbilind in, şehîd wê di bîra gel, welat û malbata xwe de bimînin.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Ebdulezîz El-Esker got:

“Şehîd ew lehengên ku bedena xwe kirine pira ber bi azadiyê ve û li hemberî kesên ku hewl dan destdirêjî xak û rûmeta me bikin, rabûn.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbatê hat kirin û cenazeyê şehîd Ebûd El Hebse hat veşartin.

Back to top button