Li herêma Cizîr û Firatê 15’ê Gulanê hate pîrozkirin

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakî û pîrozbahiyan de îşaret bi girîngiya parastina zimanê dayikê hat kirin.

Gelê Kurd bi çalakiyên çandî û hunerî vê rojê pîroz dikin.

Di vê çaçoveyê de, Rêveberiya Dibistanan a Qamişlo bi boneyê rojê, li Hola Werzîşê ya Şehîd Zelal Mûnzûr pîrozbahiyek li dar xist.

Di pîrozbahiyê de, mamoste Henan Bekir Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Di dîrokê de zimanê kurdî bi fikrê nîjadperestî û hewldanên asîmîlasyonê re rû bi rû maye.

Ji ber ku dagirkerên Kurdistanê hewl da vî zimanî tune bikin û pê re Kurdan tune bikin.

Piştî axaftinan, komên stran û govendê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Bi heman armancê Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li taxa Bişêriyê ya Qamişlo pêşangeheke xêzkariyê û destkariyan vekir.

Berhem ji aliyê 24 xwendekarên beşa xêzkariyê ya heman peyamengehê ve hatine çêkirin.

Li navçeya Çilaxa jî pêşangeheke berhemên folklora pêkhateyên herêmê hat vekirin.

Paşê Şanoyek li ser civaka Xwezayî ji aliyê xwendekarên dibistana Şehîd Şehrezad ve hate pêşkêşkirin.

Civaka Perwerdeyê ya navçeya Til Temirê jî bi daxuyaniyekê cejna Zimanê Kurdî li Rêber Ocalan û gelê Kurd pîroz kir.

Li Hesekê jî bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakiyeke çandî û wêjeyî hat lidarxistin.

Di vê hevokê de vî dîmenî bi kar bîn 00012

Di çalakiyê de, rêbazên pêşxistina zimanê kurdî û derbaskirina astengiyan hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan şano, stran hatin pêşkêşkirin û govend hate gerandin.

Li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li Kobanê jî, bi boneya rojê pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de, hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Muslim axivî û behsa girîngiya roja zimanê kurdî kir.

Şêrîn Muslim destnîşan kir ku ji bo parastina zimanê kurdî erkeke mezin e dikeve ser milê gelê Kurd.

Dawiyê stran hatin gotin û xwendekar hatin xelatkirin.

Back to top button