Piştî bertek û helwesetên navdewletî yên li dijî biryara Trump a vekişînê, Trump dibêje ku vekişandina 50 leşkerî Emerîkî nayê wateya ku ew nema piştigrya Kurdan dikin.
Serokê Emerîkayê Donald Trump li ser hisabê xwe yê Tiwîtterê got:
Dibe ku em xwe ji Sûriyê vekişînin, lê ev yek nayê wateya ku me pişta xwe daye Kurdan û em nema piştgiriya wan dikin.
Her wiha bi Tiwîteke din Trump dîsan gef li dewleta Tirk a dagirker xwar û got:
Me tenê 50 leşkerê xwe û ji deverek piçûk ji Sûriyê vekişandiye, lê eger Tirkiyê şerekî bêwate û nepêwist li dar xist, wê demê aboriya wê hilweşînin.
DONALD TRUMP:
GER TIRKIYE ŞEREKÎ BÊWATE Û NE GEREK LI DAR BIXE, ABORIYA WÊ TÊ HILWEŞANDIN
Duh jî piştî gefên dewlta Tirk a dagirker ên êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî Trump gef li dewleta Tirk xwar û gotibû:
Eger Tirkiye tiştekî ji dervî sînor li Sûriyê bike em ê aboriya wê hilweşînin, ku berê jî min ev yek kiribû.
Piştî hat ragihandin wê Tirkiye êrîşî herêma Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûrî bike, dolar bilind bû û gihişt 5.91 lîreyên Tirkî.