Li Viyanayê ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi meşekê çalakî lidartistin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marîahîlferstrasseyê ku cadeya herî qelebalix a paytexta Awûstûrya Viyanayê ye, çalakiyek lidar xistin.
Ciwanan çalakiya ku ciwanên Kurd li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber CPT, DMME û PE’yê lidar xistî, silav kirin û heta Neûbaûgasseyê meşiyan.
“Wezîfeya ciwanan ew e ku rêbertî azad bikin”
Ciwanan qala armanca çalakiya xwe kirin û gotin:
“29 mehin agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Weke ciwanên Kurd em vê qebûl nakin.
Wezîfeya ciwanan ew e ku Rêbertî azad bikin, xwedî li şehîd û xaka Kurdistanê derkevin.”
Çalakiya ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” bi dawî bû.