Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa da xuyakirin ku hikûmeta Şamê li jêr fişarên dewleta Tirk û Rûsyayê, dergehên bazirganiyê digel Rêveberiya Xweser girtine.
Gêlo Îsa da zanîn ku girtina dergehan piştî lihevkirina hikûmeta Şamê digel koma gera Astanayê pêk hat û anî ziman ku armanc jê; afirandina aloziyan bo têkbirina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser e.
Gêlo Îsa bal kişand ser qutkirina Tirkiyê bo ava Feratê jî û got:
“Zêdeyî du mehan e Tirkiye ava Feratê qut kiriye.
Em ê bigihîjin xaleke ku tiştê dewleta Tirk li herêmê pêk neaniye, hikûmeta Şamê hewl dide pêk bîne.”