Şêniyên Qamişlo ji bo vekirina Kilînîkên Gel spasiya rêxistinên civaka Sivîl a Herêma Cizîrê kir.
Rêxistinên civaka Sivîl a Herêma Cizîrê 28’ê Adara 2021’an de li kolana El-Hemam a bajarê Qamişlo kilînîkên gel vekir.
Tê de, 60 kadroyên bijîşkî yên pispor, 30 pîşesaz, hemşîre û beşên weke jin, damar, zarok, guh poz, gurçik, mîzwe, hestî û nûjdariya giştî, hene.
Her wiha klînîka diran, taqîgeh, dermanxane û radyolojî jî hene.
Şêniyên herêmê di nirxandinên xwe de diyar kir ku kilînîkên gel barê wan ji aliyê tenduristiyê ve sivik kiriye.