Li Mûsilê, di çarçoveya têkoşîna li dijî terora DAIŞ’ê de, jimarek mezin a mîrateyên wan hat dîtin. MIX
Wezareta Polîsên Iraqî ragihand ku hêzên polîsê gencîneyeke mezin a DAIŞ’ê ku di serdema dagirkeriya xwe de desteser kiribûn, li malekê li Mûsilê dît.
Li gorî navenda polîsê, milyonek û 590 hezar dolar, 17 milyon 500 hezar dînarên Iraqî, 17 kîlo zîv û 458 gram zêr di vê malê de hatin dîtin.