Li Wanê leşkerên Tirk kolber gulebaran kirin û 6 zarok sêwî hiştin

Li bakurê Kurdistanê jî heman hovîtiya dewleta tirk ya li dijî şêniyan pêk tê.

Li navçeya Wanê Ebexê leşkerên Tirk kolber gulebaran kirin û 6 zarok sêwî hiştin.

Li gundê Çillî yê navçeya Ebexê ya Wanê leşkerên Tirk li kolberan reşand.

Di encama gulebarana leşkerên Tirk de Îbrahîm Baykara (46) ê bavê 6 zarokan ku bazirganiya ser sînor dikir hate kuştin.

Leşkerên Tirk bi saetan nehişt ku malbat biçe cenazeyê xwe bigre.

Pişt re cenazeyê Baykara ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.

Malbatê piştî otopsiyê cenaze wergirt û wê li gund veşêrin.

Back to top button