HDP: Leşkerên bi guman tên kuştin piranî Kurdin, ma ev tesaduf e?

Xwekuştina leşkerên Tirk ji 2002 heta 2013’an hezar û 35 derbas kiriye.

Piraniya van jî kurd û elewî ne.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, têkildarî kuştina eskerê Kurd Osman Ozçalimli yê got, “Gefan li min dixwin” û piştre kuştî hat dîtin, pirsname da meclîsê.

Parlementer Zuleyha xwest wezîrê parastinê yê dewleta tirk van bibersivîne.

Leşkerê Kurd Osman Ozçalimli, 3 roj berê li Îzmîrê kuştî hat dîtin û 2 roj berê cenazeyê wî li Navçeya Dîgorê ya Qersê hate veşartin.

Malbatê bertek nîşan da û got “Kurê me kuştin” Osman jî beriya bê kuştin bi telefonê li bavê xwe geriya bû û gotibû “Gefan li min dixwin”.

Têkildarî mijarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum pirsname da meclîsê.

Zuleyha Gulum di pirsnamê de xwest Wezîrê Parastinê Hulusi Akar bibersivine.

Gulum, anî ziman ku li gorî daneyên Wezareta Parastinê di navbera salên 2002-2013’an de hezar û 35 leşkeran xwe kuştine û piraniya leşkerên xwe kuştîn jî di nava civakê de bi guman in.

Parlementera HDP’ê diyar kir ku deshilat rastiyê aşkere nake û kesên berpirsiyar ceza nake.

Gulum Sedema mirina Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Navçeya Alîaga ya Îzmîrê kuştî hat dîtin çiye? ji Akar kir.

Der barê kuştina Osman Ozçalimli de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?

Gulum balkişand li ser wê yekê ku piranî leşkerên tên gotin xwe kuştine, kurd û elewî ne û pirsa gelo ev çiqas tesaduf e? kir.

Her wiha ji sala 2002’an heta niha çend leşker bi vî rengî jiyana xwe ji dest daye?

Back to top button