Şaneya Aloziyê qedexeya giştî ragihand

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ji bo pêşîlêgrtina belavbûna vîrûsa Coronayê qedexeya giştî ragihand.

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê tedbîrên nû ji bo vîrûsa Coronayê girt.

Şaneyê ragihand ku ji 6’ê vê mehê qedexeya giştî dest pê bike û heta 20’ê ve mehê dewam bike.

Şaneya Aloziyê diyar kir ku dikanên kelûpelên xwarinê, Dermanxane, Nexweşxane, Firinên Giştî û taybet wê vekirî bin.

Li gorî daxuyaniya Şaneyê, ji bilî Şaredarî û Navendên Tenduristiyê wê hemû Saziyê Rêveberiya Xweser werin rawestandin.

Heta niha li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî 30 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.

Back to top button