Çînê sê astronot şandin stasyona xwe ya nû ya li fezayê

Piştî xebateke bi qasî 5 salan Çînê sê astronot ji navenda xwe ya nû çêkirî, şand fezayê.

Îro saetên siharê piştî 5 salan Çînê ji stasyona xwe ya fezayê ku wê mirovan bişîne fezayê, sê astronot bi moşekek ji Çola Gobi ber bi stasyona fezayê ya Çînê ve hate şandin.

Roketa Long March 2F ku 3 astronot li navin wê di nava 6 heta 8 saetan de, nêzî beşa stasyona nû Tiahne ya Tiangong bibin.

Nie Haisheng 56, Liu Boming 54 û Tang Hongbo 45, beriya birêbikevin bi merasîmeke biçûk hatin rûmetkirin.

Hersê stronot wê 3 mehan li herêma ku binavê “cihê bihuşt” a Tiangong bimînin.

Bi vê armancê, ev erk wê di dîroka Çînê de erka herî dema xwe dirêj ya li fezayê be.

Avakirina Tiangong di Nîsanê de bi şandina modulê yekem a ji bo Tianhe dest pê kir.

Tîm dê di hundurê vê silindira ji 16,6 bi 4,2 metreyî de bijî û avakirina stasyonê bidomîne.

Di hindir de ji bo her atronotekê cihe jiyan, spor û peywendiyan heye.

Back to top button