Çalakiyên grevên birçîbûnê bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana li zindananên dewleta Tirk yên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan zêdeyî 200 roj in dewam dike.
Li Amedê jî li dijî tecrîda li Îmraliyê bi beşdariya endamên partî, sazî û rêxistinan çalakiyeke girseyî hat lidarxistin.

Çalakiyên girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê, dewam dike.

Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 203’an de ji aliyê koma 41’emîn ve didome.

Girtiyên siyasî dan zanîn ku heta daxwazên wan yên azadiya Rêber APO pêk neyê, ew dev ji çalakiya xwe bernadin.

Li gel vê, çalakiya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr bi koma 92’an di roja 182’an de didome.

Her wiha çalakiya piştgiriyê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 165 roj li pey xwe hişt.

Li Amedê li dijî tecrîdê çalakiyeke girseyî hat lidarxistin

Li Amedê jî Hevserokê KCD Berdan Ozturk, aktivîstên TJA, Hevserokên DBP, Parlementerên HDP û gelek rêxistinên civakî ya sivîl dijî tecrîda ser Rêber Ocalan xwest ku daxuyaniyekê bidin.

Parlementer û hevserokên ku li Kolana Hunerê hatin ba hev, polîsan pêşî li wan girtin û rê nadin ku daxuyanî were dayîn.

Li dora Kolana Hunerê bi sedan wesayîtên zirxî û hatin bicihkirin. Her wiha polîsan dor li avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê jî girt.

Rê nehat dayîn ku gel ber bi Kolana Hunerê ku wê daxuyanî lê bê dayîn ve herin.

Back to top button